Can Can İlahi Sözü
Can can can can,
Hûn werin dîlana me.
Can can can can,
Hûn werin dîlana me.
Bi dawet û dilana,
Deng bidin li meydana.
Bi civîn û sitrana,
Dil xweşkin li Muslumana.
Xort bûne bi rêz meşiyan,
Zava wer sere dîlan.
Rind û merdê dilovan,
Dilan pîroz be ciwan.
Can can can can,
Hûn werin daweta me.
Can can can can,
Hûn werin dîlana me.
Selam li we temama,
Xwedî û gelî cirana.
Şeref da me mêvana,
Zavayê me sultane.
Zava were bimeşe,
Dîlana te pir xweş e.
Dayika te çi dilgeş e,
Bi xeyr sunnet û rewş e.
Can can can can,
Hûn werin daweta me.
Can can can can,
Hûn werin dîlana me.
War û gund û beleda,
Bi xortu ciwan û geda.
Haydên bi navê Xweda,
Li zozan û serheda.
Bibîne xweş bibîne,
Dîlana me rengîn e.
Mêr in wek şêr ‘Elî ne,
Dilana me şêrîn e.
Can can can can,
Hûn werin daweta me.
Can can can can,
Hûn werin dîlana me.