Fenaya Can İlahi Sözü
Binêr derd û cefayê min, tebîb tûyî Xuda’yê min,
Hedan bê te, qe nayê min; ji ‘eşqa bê zewal ev bû.

Fenaya can ji bona te,
ji mer her dem xeyal ev bû,
Xuda’yê min, me dil da te; di kâbê me mecal ev bû!.
Di bê-ħalî, di şîfayê; di xweşî yû, di tengayê,
Şevên tarî, di ronkayê; di dilda war û mâl ev bû.
Nerîna te kirim xeste; ji lew dil, dîl û bindeste,
Ji min ev can, bû serdeste; j’meya ‘eşqa helâl ev bû.